Dienstag, 17. April 2018

Dengê Torikî



   Di vê dinyayê de her mirovek dengekî xwe heye. Dengê wan wek nasnameya wan e. Dengê keviran, dengê çûkan, dengê dil, dengê Erîvanê , û dengê TV… Kêlîyekê neaxivin û li derdora xwe guhdar bikin. Îxtimalek mezin ya min dengê bavê min dê were: “ma qey çaya we ji Rîzeyê tê?” bersiva dengê kezeba min ''çaya me ji Srîlanka tê '' Hêvî dikim ku li derdora we kurd nebin û hûn dengê bêdengîyê bibihîzin. Di vê jiyanê de her tişt deng e...Her çiqas pîrika min bêjê ‘ welle eybe keçik û dengê wan derbikevin’ jî, dengê me jî têra xwe heye.

   Ez bala xwe didim Kurdan teybetîyeke me yî mezin jî bilindbûna dengê me ye. Carîna hinek dibêjin 'bilindbûna dengê me ji ber qedexekirina zimanê me ye'. Lê ez dibêjin ev tev hincet e. Bi piranî em Torî wek her tiştî be çawa xwedê zêde daye me, xweşikatî,jîrtî, Miradê Kinê, kemençe, memik.. Têlê deng jî herî gelek daye me. Ez di nav Tirkan de, di nav Nîjeriyayan û di  nav Ereban de mame. Dimeyîzênim di nav wan de dengê herî bilind dengê me ye. Tê be wextê em çêbûna me miqrafon qurpandiye.Carîna ji bilindbûna dengê min serê min diêşê edî xwedê sebrê bide yên derdora min.

Wextê me mala xwe ji Nisêbînê bar kir Stenbolê em li avahîyeke bilind bicîh bûn ku tev Tirk bûn. Ji xwe axiftina me bi hev re wek şer derbas dibû. Wextê bavê min bi me re diaxivî apartman dihejê , ciya min jî dikevê nav de dibêjê hinekî hêdî bi axivin cîran rihetsiz dibin edî di apartmanê de şerê cîhanê yê sêyem derdikevê, jiber wê yeke bavê min rê û rêbazek danî di mal de ji du kesa behtir bila kes neaxivê. Ku yê sêyem dest pê kir bila yê yekem hiş be.Sala pêşî wextê me bi hev re henek dikirin haya me ji dengê me nemabû û polis hat devê derî got desîbela dengê we bi ser sikakê ketiye. Ji wê rojê ve me cihazê ku deng dipîvê kiriye li gorî wê em xwe dişopênin.Her roj yek ji me nobeddarê dengpîvanê ye...

  Di otobusan de ev deng bilindbûn li serê me gelekî bela ye hevalno/ê. Bala xwe bidinê Torî ji ber ku dengê wan bilinde hev tespit dikin.Min hevalê xwe yê herî nêzik bi dengê wan î bilind tespît kiriye. Li her qada me Toriya ji ber bilindbûna dengê me hişyar dikin. Ew jinika ku hemşîra fotrafê wê bi dîwarê nexweşxana ve ditirisim ji ber me dalaqandibin. Çiqas min hişyar dikin dilê min dişkihê, hestrê ziwa di qirka min de dimêne..Tirsa min î herî mezin ku di otopîsê de telefona min lê bide û ez biaxivim.Dikevim stresê. Naxwazim vekim. Carina ez diavêjim meşgûle li ser hev lê dide ji otobusê paya dibim diaxivim piştre carek din lê siwar dibim.Ji ber vê yeke perê min tev di rêya deng de xilas dibe.Ez difikirim ku belkî têlê dengê me zêde hebin û dixwazim bidim mirovê bêdeng.masrafê emeliyatê jî bila ji berîka min be.

   Demê zaningehê li yurdê evara keçik tev li qorîdora diaxivîn, ez di ber wan re diçûm min yek peyv fêhm ne dikir.Min digot siphanella çawa dikarin wilo bêdeng biaxivin.Yê ku alîyê din di telofonê de çawa fêhm dikin.Carîna ez derdiketim qorîdorê ku bi axivim hê min dest bi axaftinê nekirî ez îkaz dikirim.Diçûm baxçe nav berf û baranê de diaxivîm. Çend cara nexweş diketim lê qet tiştek ji dengê min nedihat.Ji ber wê fobiya axiftina telefonê bi min re çêbûye.

   Tu diçê cafeyê Fransîyan  herkes bê deng e, yê me herkes bi deng û deng bilind e kes ji kesî fêhm nake. Yê xwediyê mekana Ahmet Kaya diavejin ser hoporlora...Ji xwe wextê em dikenin dinya zivîrandinê disekinene. Em bi hevala re kom dibin kes ji kesî fêhm nake û em belav dibin. Di çalakîyên Kurdan da yê ku slogana diavêjin hewceyî megefona nabînin. Mehmet Atlı di strana xwe de dibêjê denge dil, hâlbuki keçik/kurik bi dengê normal bang bikê teqez wê bigihijê miradê xwe.
  Gelek stranbêjên Torî ji ber ku dengê wan bilind e miqrefonê bikarnaênin. Carîna dengên wan bi ser enstrumana jî dikevê, esntruman di pişt re lê dide. Ji ber ku her tim dengê me bilind e em nikarin di pişt kesî re biaxivin di eynî ortamê de.Di mal de em nikarin bahsa cîraneke xwe bikin. Li kargehê, li dibistanan de mamoste, gerinende bi me re dixeyîdin.. Ji ber bilindbûna deng di qarîyera xwe de em mirovê Torî bi pêş nakevin hevalno..

   Zarokê me wextê digirîn li parkan xwe dîyar dikin. Ji derguşê hata mirinê dengê me her tim bilind e. Wê rojê bûka me doxim kir di seatekê de ew taburcî kirin. Gotin bebekê we guhê bebekê xelkê paqandin...

  Lê îsal tiştekî gelek balkeş bala min kişand.Vê havînê ez çûm Italya min dît ku di vê dinyayê de em Torî ne bi tenê ne. Li trenê siwar bûm ku ji Verona herim Floransa. Ketim nav komek hevalê jin û mêr de.Bi pîpika karmend dest bi axaftinê kirin hata Romayê hiç behnok filan bikar ne anîn  û dewam kirin.Dewreyê serê min avêtin. Gejo mêjo bûm.Hinekî min cam vekir feyde nekir.Ji bilindbûna dengê Italyanîya min denga xwe winda kir.Min hingî fêhm kir ku di vê diyayê de Torî ne bi tenê ne. Em û Italyan çijbihin hev. Ji xwe navê tikaneke navdar ya pizzayê ' Torri' bû. Wextê min dît ez ketim şoqê de. Ji keyfa hestra di cavê min de avêt.Ji vir bangî hemû fîlologê cîhanê û mirovê Artuklî dikim bila lêkolînekê li ser Italyanî û Torikî bikin..

 Vê havînê wextê çûm Merdînê min meyizand ku rêberek komek mirov li xwe xistiye kom û qala dîroka Mêrdînê dike. Hema tiştek wilo hat guhê min '' di navbera Merdînê û Venedîkê de gelek tiştê hevapar hene.' Di serê min de pirsek : gelo Torî jî ne Italyan in, ji eynî kokê tên ??

11 Kommentare:

nanoziko hat gesagt…

ahah ez dibêjim ne ji Torîbûnê , ji axa mêrdînê ye. dengê min xwe jî bilind e , li kafeyekê gava em rûdinên teqez bala gelek kesan dikşîne volûma deng û kenê min :) hevalên min yên ne ji Mêrdînê , dibejin em newêrin siwarî dolmîşa Qezê û Mêrdînê kevin , ji ber ku dengê hemû kes zêde ye zara guhên me têşe 😬 Destên te sax :)

Anonym hat gesagt…

Bibore, nikarim bi xwe, "di vê dinyayê de, na "li vê dinyayê"..
"Guhdar bikin" na "guhdarî bikin".
"Ixtimal" na "ihtimal/îhtîmal", "ihtimalek mezin" na, "ihtimalekE mezin", "eybe" na, "eyb e,""têlên deng" na "têlên dengî/dengan"

Fatih Aydın hat gesagt…

Ez bawer im ew hinekî ji ber kirpandinê(vurgu) ye. Îtalyano jî bi kirpandin teng dikin, mîna pêla sînûsê, serî heceyeke kirpandineke lê dixin. Di Kurdî de jî ji xeynî pirsînê (ceviz yersin!!) gelek tişt bi kirapndinê tên pêk anîn.

esrake hat gesagt…

deng blindbûn ne qedera me ye divê hînî me û degê me bibin. Asbsbs spas delalê

Unknown hat gesagt…

Min jî gelek caran ji malbata xwe re digot, ji bo xwedê dengê xwe nizim bikin, willeh we serê me bir..

esrake hat gesagt…

mali ava 😅

esrake hat gesagt…

wele dibe :)

esrake hat gesagt…

Em hemû di eynî rewşê de ne :)

Zinarê Xamo hat gesagt…

Heyra bişkoka şiroveya te îllegal e, heta min dît çermê eniya min qetiye. Hemû xwendevan ne ciwan in, kalê wek min yên nezan û çavê wan baş nabînin jî hene, dibê tu li me jî bifikire Esraka xanim.
Ez werim ser mijarê. Nivîs û analîzeke xweş e. Min bi kêf xwend. Îtalîyek wek şekir cîranê min bû, du sal berê xwe kuşt. Dema li hewşê rûdiniştin me pembo dikir guhê xwe.

esrake hat gesagt…

mala te ava ji bo şîroveyê Apê Zinar. Welle bawer bike ku ez bibim cîrana te ihtimalel mezin tê ji bo min jî pembo bixe gûhê xwe 😅

Jîyan Eren hat gesagt…

Mala te ava ku te ev mesele anî ser ziman:)) her ku li dolmîsan siwar dibim hers dibim ji dengê axaftina telefonê û li civatan bi dengê bilind kê/kî çi dibêje naye fêm kirin li nav torîyan ..ez jî torî me🤭:) analîzekê di cî de bû seet xwes.