Mittwoch, 28. November 2018

ROJBÛNEK Jİ BO FORSÊ




        Ev çend deme di mala me de heyecana rojbûna Şervan hebû. Şervan, birazîyê min ê yekem e û tenê ew heye. Hata nihakê dê û bavê min qet serê xwe bi rojbûna tu zarokeke xwe neêşandiye û tu partî filan jî nedaye lê Şervan cûda çêbû. Tu li fotrafê hevalê xwe yî Tirk dimeyezînî teqez fotrafê wan li ber pasteyeke dû an jî sê qat û biçiqolata heye. Di silala me de yên ku hene hijmara wan ji 5 a derbas nabe.Ew jî an ultra zengînin an jî bavê wan karmend in. Erê hata çend sala pîrozkirina rojbûnê di nava malabatên de ya zengînan de bû. Tênê rojbûnek tê pîroz kirin ew jî mewlûda Mihemed Resûl e. Ew jî ne bi pastaye, bi goşt, birinc û fasolîya çê dibê. Her çiqas gelek kes bav û kalikê me bêjin pif kirina mûma ya gawira ye em Kurmanc û misilman in jî, pêvajoyeke nû destpêkiriye êdî…

    Şevekê listekek çêkirin ji bo gazîkirina rojbûnê. Yên ku berî niha çûbûna rojbûna zarokên wan pêşi nivîsîn, yên ku bi hemle bûn pişt re nivîsîn. Yên ku rojbûna zarokên xwe çêkirî û ne bankirbûn bûka me ew nexistin lîstê de. Hinek hebûn zincirleme diçûn. Gotin em gazî Helîma bikin, Siltanê di apartmana wê de ye divê em bakin wê jî, ku me gazî Siltanê bikin lazim e em bakin jintîya wê Gurbet ê, ku em gazî Gurbetê bikin dişa wê, dilê xwe bigirê. Bila Helîme bimêne.

   Di mal de tofana paqijîyê destpê kir. Perde hatin şûştin, mitfax, himam û tiwalet ji serî hata binî bi domestos hat baqij kirin. Heya faqîrê Şervan ji dinyayê nîn e. Şîrê xwe divexwe. Ji xwe min zanî bû ev ne roja rojbûnê bû ev şovapîreka bû. Bi dest çêkirina şîranî kirin gerek qurabîye ji yê hemû rojbûna cûdatir bê. Me ji înternetê tarîfê eceb derxistin. Her çêkirina rojbûnekê gerek ji asta ya dawî bilindtir bibê. Li gorî wan tê bê ku te ast bilind nekiribê zaroka te vê emrî xweşik derbas nakê. Wek soxuk sawaşê, tê bê bi hev re anlaşmayê bi dizî kiribûn. Her kesî li gorî qûrala xwe amade dikir. Şervan kete xewde li ser lingê metika xwe yanî ew ez im ez metika herî şehreza…

  Ji ber ku paqijî û çêkirina şîranyî ji destê min nedihat ez şiyandim alavê xemilandinê. Ez çûm tikanekê min got ka alavê xemilandina rojbûnê hene. Ez xistim odeyekê de li gorî yek salîyê tu çi bixwazê hebû. Ji şûşeyan, hata maskeyan, ji balonan heta cilika ser masê û çerçeveya rojbûna te pîroz bê.Dinyakeke û sektoreke ji bo rojbûnê ava kiribûn. Ji berku ez fêhm nakim jinikê destê min tijî kirin. Ez hatim ber qasê jinikê maskeya Kayû danî serê, got ev jî ji zarokê mehvana ye. Min xwe dît ku komek pere min danî ser qasê. Yê mayî jî min ji qartê xwe kişand. Got xwedê emrekî pîroz bide zaroka te. Êdî min bertek nedida. Şervan ji xew rabû taximê wî lê kirin.

Her tişt edî hazir bû di malê de bê çi masa hebûn me serê tijî kir wek bûfeya vekirî. Şervan bi xwede kir, ciya wî bir ew paqij kir. Tam di seata xwe de zîla derî lêda. Bûk û zarokê cilên wek eydê li xwe kirin hatin. Bûka xwe xemilandibûn, bi maqyaja wek dawata, tevde bi zêr bûn. Bê çi zêr hebûn bi xwe ve kiribûn.Wextê me derî divekir ji zerbûna wan û ji şawqa wan min nikarîbû çavê xwe vekim. Qajqaja zarokan û zinga zinga zêrê bûkê tu kesî hev fêhm nedikir. Ji ber ku min tevlî eşortman derî vekirî her kesî ez şermezar kirim.Wek ku min sûcekî mezin çêkiriye bi çavekî mezin li min meyîzadin. Jinikan ji ciya min pirsî ev ne ya ku qaşo zanîngeh qadandiye. Ciya min dibin çava da li terlikê min dimeyîzand. Bi zor kirasê ku min li nişana xwişka xwe li xwe kirî min li xwe kir. Şervan ji ber qalabalixê digirî.
 

       Welle pasta anîn. Şervan li pey balonan da bi çarlapika diçû. Ciya wî û bavê wî pifkirin mûman. Ez jî temaşa dikim di nav mehvanan de. Gotin werê veca tepsîka tijî bikin û belav bikin hûn gênc in. Min got ka bûfêya vekirîye bila herkes têra xwe dagirê filan. Her kes ez bi awirên tûj kuştim. Ji xwe awirên esmera har in hûn dizanin. Em ketin berde û me belav kir. Ji zalata rûsa, börek, poça… Her kesî xalatên xwe diavêtin nîvî, hineka pere pêve kirin. Têra pênc salên din jî cil û oyuncax gihiştin hev. Hata mehvana dawî jî çû mal bûbû wek cihê şer. Şimika me yî ku berî heft sala ketibû pişt çekyata zarokan derxisti bû. Min radioyaya xwe li erdê cihê qasatê vekirî dît dil ji min çû. Miherkê ristikê min di şibakê re min li sikakê dît. Hêstir di çavê min de wek baranê hatin xwarê. Dil ji min çû ji qahra ketim erdê. ..

  Min çavê xwe vekir ku ciya min ew bahsa pîroz kirina roja dinanê Şervan dikin.

      Û Şervan bi qamyona xwe dileyîst…

Donnerstag, 27. September 2018

AŞÎRA GORİKA


                                

   

Ji kar hatim, wilo betilî û kerixî me û min sed carî pêl li zîlê kir kesî derî ne divekir.hata cîranê me bi hawara alarma min ve hat yekî bi xêra xwe derî vekir.Wextê di ber deriyê wan de çûm bi hêrs li nav çavê min meyîzand. Ew qas kes di maldene kesî çima gelo derî nevekir? Ji xwe kes min bi tiştekî nahesbîne.Ez rojekê baz bidim biçim kes neyîniya min jî ferq nake. Di rewşên ku derî zû nayê vekirin de teqez di mal de olaxanustu hal heye. Dilê min hinekî got kut.
   Hatim devê dariyê daîra me, di nava çentê min de hinekî winda bûm ev mifte ket ku dere? Lahnet lê bibare. min li derî da bi kulm û pihîna hata yekî bi xêra diya xwe bavê xwe û metika xwe derî vekir.

  Temam!! wek min taxmîn dikir derket di nava malê de halek cûda hebû. Ciya
min gote rabin van dera bidin hev wê apê te ew werin, -keçê çayê li agir bike. Etekek dirêj li xwe bike eybe şerm e!

  Çi bû çi nebû? Nizanim. (yek heye ku jê hez dikim, xebera wî ye. Ku peyva "nizanim"rakin navê wî ji bedelê ve bikar bênin jî dibe. (Ev jî antîkevanek bû))*

   Werhasil apê min, xalê min, apê bavê min hemu hatin min çay gerand etek hinekî li lingê min diherbilî.. Hindik mabû çay bi serê xalê xwe yî ku ji çûna qahwê pêde hobîya wî nîn e lê hamû biryar di destê wî de kiribana. Ku hinekî min pêde kiribana belkî hinekî giyanê Clara Zetkîn şad bibûna. Apê min Silê destê xwe avêt nava şekirlixê 5 heb girt û desmala xwe serkê wê avêtibû ser serê xwe mîna jinikên ber tenûrê.

  Mijarê, Apê min î herî mezin vekir; îro rojeke dîrokîye ji bo aşîra me. Xwezî bavê û kalê me dîtibana ev roj. (ew bi xwe jî têra xwe kal e nizanim jê kaltir Hz. Adem hebe gerek) êdî aşîra me wê bibe dernek! Herkes ji keyfa kelecanî bû. Xalê min ji eşqa çaya xwe bê şekir vexwart..

 Aşîra me ji navekî pêde tiştekî wê nîne. Li xwe gundê me ji kevir û kendala nayê meşandin. Kesî xîret nekiriye malek lê înşa nekiriye herî dawî ji dewleta Romayê Antonîûsiv şikeft çêkiriye. Gundî hê van mala bikar tînin. Ji xwe pîştî icada tekeran, gundiya ji xelayê gund terk kiriye. Gundekî hingî erdên wê bê bereket e Googlemap ê ew ji xarîtayê avêtiye.Niha kes lê najî lê kes ji aşîra me qabul nakê dibeje gundê me Osmanliyê işgal kir me wilo bazda.Sabra xwe bi wê tenin. Halbûkî şopeke Osmanîya li derdora gund tu nikarê bibînê.

  Min ev guhdar kir. Çîk hat bîra min? Sala din ez bûm endamê malpera aşîra me. Aşîra Gorik min li malperê meyîzand tev zilam bûn. Malper ji serî hata binî ji Mihemeyan, Miradan û Xelilan hatibû damezirandin. yekî jî fotoyek avêtibû li binê nivîsî bû maşala ji Aşîra Gorika min jî nivîsî: Ma Aşîra Gorika ji zilama pêk te? Jinek jî heba. Wek min dînamit avêt nav wan. Ew kesên ku li ser çekyat profila wan heye, yê li ber perda pencerê kişandî, yê ku her du destên wî li noqa wî rabûn ser xwe... Edî herkesî erîşî min kir !!!
 
  Hineka got ev keça kî ye ya bê fihet? Yekî got teqez ji Kertiwêne (gundekî Nisêbîne ye) ye yê wilo bê terbiye ji Kertwêne derdikevin û kom ket nav hev. Min xwe bi zor ji komê avêt.Min navê xwe jî guherî da kes min nas neke û nebêjin bavê min.

  Ev bûyer di serê min de derbas dibû û malbat plan ji bo dernekê dikir. Wê wek civînekê çêbibe di pêşerojê de wê serokeke were hilbijartin û nizam çi.

   Her roj kelecana dernaka me di mal de bû. Rojekê ciya min got wê di diwarê dernekê de fotrafê bavê te jî dalaqênin. Bi hesteke wilo got tu dibêjî qey bavê min oscar qezenç kiriye.
   Nizam haya Xêro Abbas jê heye dibêjin Xero jî ji aşîra me ye. Xêro çiqas di Tv de derdikeve bavê min keyfek lê digirê û dest bi pesnê aşîra me dike. carîna dibêje ciya Ahmedê Xanê jî ji gundê me ye. dibêje me niha dernek vekir rojek em ê bibin federasyon îşalla. Wê temelê konfederasyona demoqratîk bi aşîra me werê avêtin. Hûn pir bi şans in ku hûn di vê malbatê de ji dayîk bûne. Ji bo tabelaya dernekê nizam çend grafikerê tekstîlê logo dîzayn kirin. Ji nav çend logoyan logoya bi kevok û dest ecibandin. Rengê wê kesk sor û zer...

   Roj wek avê diherikîn.. Roja vekirina dern ekê hat. Bavê min ji Kigilî taxim kirî. Nizam çend hezar dawatiye hat weşandin.. Navê dernekê gelemperî bû lê kesên ku hatibûn dawat kirinê tenê zilam bûn. Yeka zanibe wê bêje aşîr ya zilama tenê ye, zilam xwe bi xwe zêde dibin. Wextê bavê min çû ber derî min got yabo ma aşîr tenê ji zilama pêk tê? Sekinî û kenî gote tu bixwazê em te bixin başqan wellehtu nabe na.
  Mail avêtine ji Xero Abbasb re lê bersiv neda û nehatibu. Bi sitranên wî xalê Mele Alî dernek bi qurdalê vekir. Me bi xwe bi wêşana zindî ya Xalê Amer ji facebokê xwahro mahro me temaşe kir.Lezo, biskewît, loqûm belav kirin.Mewlûdek dan xwendin. Bi perê ku dane
hev çay ocaxî kirine, ji wê oralet belav kirin.
   Piştî çend rojan di ber dernekê re çûm ku tev nasê me bi okey û qart dilîzin.Keçê ev ne derneke buyê wahwexane... Li ser jî dinîsî sosyal dayanişma û nizamçi...
*mirovekî pozpisîk (mirovê pozpisîk)

Montag, 23. Juli 2018

REWŞENBîR

                                       
                                                         REWŞENBîR
             

 Çiqeçiqa germa Stenbolê bû. Ji dewsa germê nem dibarî nem. Ji ber germê benîştê di devê min de wextê min paqpaqonk çê dikir dibû bûxar carek din nedigihşt devê min. Hevalan telefon kirin û gotin em li Gezî Parqê ne. Wan roja Ûsiv ji Merdînê hatibû wê biçûya Parîsê, hawa xwe diavete me. Bisqilêta xwe ji xwe qut nedikir.Herkes    Usiv Usiv   bi bisiqilêta wî nas dike. Yeka wek min nizanê bisiqilet biajoyê re çawa hevaltiyê dike nizanim. Ji bo Evdila Keskin taximelbîse çibe, ji bo Selîm Temo pirtûka wî ku ev nizamçend sala derneketî ya Horosan Torîlerî çibe ji bo Ûsiv jî bisiqilet ew e.

   Min sandaletê xweyî ku pir jê hez dikim li xwe kir û min xwe avête sikakê. Di otobusê de jî ji hilma germê hindik ma bû ez rih bidim. Bi zorê min xwe gihande parqê. Ez, Mewlûd  MewlûdSerwer, Ûsiv, Mamoste Rifat...
  
Mamoste Rifat got mirovekî heye li ser internetê xwe gihandîye min dixwaze were vir, ku werê wê pirsgirek çêbe? Me got qet tiştek nabe. Em ketibûn sohbeteke ku ji germahîya Stenbolê germtir...
   Me dît mirovek tê bi baskî me de. Di çavî wî de berçavkê rojê…Hêdî hêdî dihat.. Dinya zivirandina xwe kêm kir, her tiştê derdora me sekînî, zaroka li anîşka me yî çapê digirî di nav destê ciya xwe de sekinî, kurikê li himberî masama qola wî di dest de wek kevir ma.Me hemûka berê xwe da aliyê ku jê tê…

  Berçavka xwe derxist, di serê wî de çar mû, dinanê wî ji zerbûnê wek zêr xwîya dikir. Bestika wî vekirî, zincîreke demir di sukra wî de di nav mûyê singa wî de dibiriqand.Gomlegê spî, bê ûtî, di bin de eşortmankî hata gûzekê, terlika parmaqarasî di lingê wî de…Kenî, dinanê aliyê çapê hinek jê ketibûn. Min hingî bala xwe da hurgûliyê wî bawerim ez xelet fêhm kirim, çavêk da min.( bi baweriya seksîtiya xwe )

   Xwe da nasîn, got şîrketa min heye, ez di xwazim kovareke magazînî bi Kurdî derbixim. Lê ne wek van kovarê me Kurdî standart.Tişta ku ez dibêjim wê bi Elle, Playboy filan re bikevê yarişê. Mesela wê di kovarê de hevpeyvînên Şakîra, Biyonce filan hebin.Ez dixwazim rewşenbîrê wek we alîkarîyê bidin me. Gote min li derdora xwe nemeyîzêne tu jî rewşenbîr î.Kêliyeke din ez ê li ser nivîsê te jî hinek rexna bikim. Ez ketim stresê. Ştaxiliya wî xilas nebû..Ez hinekî razam rabûm ku hê jî diştexilî.

   Rewşenbîrê me digot ez ne wek van Kurdên qlasîk im. Ez her roj dirabim, li parqa Maçqayê an jî ya Modayê baza xwe dikim.Kovara xwe dixwenim di ber filtre qahweya xwe re.Ez jiyaneke wilo elîtik dijîm.Min hê li terlikê wî dimeyîzand û min parqa Modayê tanî berçavê xwe.
 Ji Mewlûd re got ez ê niha te bixim weşana zindî û em ê li ser edebiyata Kurdî biaxivin, gote min: Tu jî li cem me bisekine. ji xwe di weşana zindî de habûna jinekê wê estetîk çêbe.Em ketin heyecanê, me pora xwe tîşortê xwe rast kir me got gelo em e derkevin kîjan qanalê? Got wele li ser facebookê weşana zindî ez çêdikim. Di wir de.. Min û Mewlûd li nava çavê hev meyîzand û min xwe bi zorê avête Îstikalê.Mewlûd nizam bi ku ve bazda. Me wê rojê nizam çawa çilo xwe ji destê wî xilas kir.

  Roja din min meyîzand ku rewşenbîrê me ji min re peyam şandîye, gotiye, çima tu jinan rexne nakê ji ber ku edebiyatê naxwenin û di wê beşê de qels in. Di nivîseke din de jina rexne
bike.Ez li ser face jî ji gelek jinan ra an ji keçikan re dinivîsim, ji bo ku wan teşvîkî xwendin û nivîsandina Kurdî bikim.( Mala wî hazar carî ava ku edebiyata jinan ya kurdî ku asta wî bilind kiriye.) Di nav wan de jî ku tiştnê evînî çêdibin jî nabejim na. Tu jî maşalla jineke bedew û nivîskar û xwîner î. Tu rewşenbîr î..

   Tilîyê min lerizîn, serê min gêj bû, atêşê min derket 40 î.Min pêl profîla wî kir, pêl block+spam+gilîiîî…

  Hevalê min yê ku zanin ji xwe min ew bê bersiv nehiştiye û ez ji vir hawarîyê saziyê zimanê Kurdî dikim bila peyva rewşenbîriyê ji lugata me derbixin!

Freitag, 25. Mai 2018

ROJÎ



    Min dixwest vê heyvê niviseke ultra baş binivîsim, lê mixabin ji ber ku heyva rojîyê ye ji birçîbûna dil, gurçik û kezeba xwe min tu tişt ne nivîs î.Birçîbûneke ku giyanê Celadet Bedirxan werê (rehma xwedê lê be) bawernakim bêne zimanê Kurdî.

  Di vê dinyaya ku boş û belaş dizîvirê de ku tirseke min hebê ew jî
heyva Remezanê ye. Xwezî sal tenê 11 heyv ba û dinya li derdora rojê 11 carazivîrî ba. Belkî heyva rojîye derneketiba holê.
  Rojî, ku hûn bi malbatê re bijîn zor û zahmet e. Ku hûn negirin di dawîyê de şîrê ku cîya we daye we dibê ku heram bibê. her roj cîya min, min bi qurçika tehdît dike. Ez di navbera bêbaweriya xwe û şîrê cîya xwe de dimênim. Li himberî tehdîdên cîya min Bakunin were feyde nake.Ji tirsa wê şîrê, ez zanim ku min çi ezab kişandiya. Xwezî ciya min ez bi herobaby xwedî kiriba.. An jî piştî şeş heyviya min dest bi gidayê destek kiriba lê mixabin min sê sala şîr mijandîye.Ez heqê sê sal şîrê cîya xwe hesab dikim, turev, integrala wê distînim tevlî kusurata wê dikim divê hata 60 saliya xwe rojî bigrim.

    Derdê min ne tenê rojî ye hevalno. Di heyva rojîyê de gelek tiştên din jî tên holê. Dibêjin tu rojî digirê limêja bike, limêja dikê qurana xwe bixwene, quranê dixwenê werê tirewîha… Wê roja ha dîse bi tehdîta şîrê cîya xwe min da ser rêya camîye. Cîya min got divê tu werê trawîha. Ji xwe trawîh cihê sosyalbûna cîya min û jinikên cîranan a. Kes beyî kesî naçe camîyê. Di şaneşîna de bangî hev dikin. li ser facebookê kom vekirine herkes taqtîkê ku çawa di demek kin de çiqas xêrpoînta qizinc dikin didin.

   Axir min da devê camiyê bêhna kîlotlîçorapa, babet çorabiya û cilikê limêjê hinbûyî da dev û rûyê min. Min kir ku bi dizî bibaz im lê cîya min bi qemçika min girt. Cîya min û ekîba wê hazirîya xwe kiribûn, bi xwe re tupê oksîjenê anîbûn. Maskeyê xwe derxistin yek jî dane destê min wele me oksîjena xwe yî gewr kişand û em ketin camîyê. Ciya min cihê xwe ji serê rojîyê ve rezervasyon kiribû. Cilika herî ortopedik, ya ku wextê aniya xwe didanî serê wek kuş tuyî ji  xwe re dabû veqetandin. Lê cihê herî stretejîk û oldarîk cihê li cem qlîma bû. Jinikên Tirkan berî me ew der girtibûn.

Wele min jî li cem cîya xwe saf girt. Metik, xaltîk bûka metika min, ya xaltîka min hemû hatin. Me herekê ji oksîjenê hinek kişand. Doxîna etekê min li min sist bû ciya min girekek avêt. Çarika xwe jî li min gireda mûkekî min jî xwiya nedikir. Hata niha min herî zêde 4 rekat limêj kiribû lê min nizanî bû îşev wê feleka xayîn serî li min bi gerêne.

   Jinikekê start da ku em destpêbikin û me dest pêkir carîna serê min li lingê jinika pêşiya min diket ji bêhna gêjomêjo dibûm, min xwe dida hev carek din destê min li memikê ya cem min diket cengê min şilopilo dibû. Ev çend rikat bû yarabbî! nizam min çi guneh kiribû!!! Erê ma rojî û limêj ji min mabû… Yaw! di nav evqas mirovan de xwedê wê çilo min ferq bikê ku min rojî negirtîye! Şev nizam çawa xilas bû û min towbe kir ku carekdin di sînorê sikakê camîyê re derbas nabim û fobîya min î camîya dest pê kir.

   Pîrika min digot heyvê rojîyê de agirê di bin mirîyan de hindik dibê. Ez dibêjim di heyva rojiyê de yê herî îşê wan baş mirîne. Dibêjin ji gorê xwe derdikevin û digerin. Xwezî ez jî mirî bûma û tenê heyva rojî ji xwe geriyabama gorîstan bi gorîstan!
Belkî dinyayeke wek ku Inanolo Inanolo di çîroka xwe de gotî dinyayeke din hebê li wir.
    Di heyva rojiyê de naxwazim qet hevalê xwe yî sekuler bibînim. Ezîyata ku ez ji malbatê dikişênim bi hevalê xwe re dikişênim. 
wextê heyva rojîyê em digihijin hev herkes dikevê şoqê de tu çawa rojî digire. yeka nizanibê wê be li ku mezin bûye û her roj diçe ayîna Dêr a.Helbukî tu li zaroktiya wan dinêrê hê heft salî bi dest rojîyê kirine. Piştî berçavk û fularê wan rojê xwe yî ku bi herîyê lîstine ji bîr dikin.

   Gelek tişt hene di dilê min de blog têrî nakê. Vê heyva remazanê naxwazim fesadiya bikim. Ji xwe min gotiye bila xwede xêrpoîntê min ji ciya min re binivîse. Ji xwe tirsa min ji niha de dest pêkir piştî 11 heyve din dîse rojîye..

Dienstag, 17. April 2018

Dengê Torikî



   Di vê dinyayê de her mirovek dengekî xwe heye. Dengê wan wek nasnameya wan e. Dengê keviran, dengê çûkan, dengê dil, dengê Erîvanê , û dengê TV… Kêlîyekê neaxivin û li derdora xwe guhdar bikin. Îxtimalek mezin ya min dengê bavê min dê were: “ma qey çaya we ji Rîzeyê tê?” bersiva dengê kezeba min ''çaya me ji Srîlanka tê '' Hêvî dikim ku li derdora we kurd nebin û hûn dengê bêdengîyê bibihîzin. Di vê jiyanê de her tişt deng e...Her çiqas pîrika min bêjê ‘ welle eybe keçik û dengê wan derbikevin’ jî, dengê me jî têra xwe heye.

   Ez bala xwe didim Kurdan teybetîyeke me yî mezin jî bilindbûna dengê me ye. Carîna hinek dibêjin 'bilindbûna dengê me ji ber qedexekirina zimanê me ye'. Lê ez dibêjin ev tev hincet e. Bi piranî em Torî wek her tiştî be çawa xwedê zêde daye me, xweşikatî,jîrtî, Miradê Kinê, kemençe, memik.. Têlê deng jî herî gelek daye me. Ez di nav Tirkan de, di nav Nîjeriyayan û di  nav Ereban de mame. Dimeyîzênim di nav wan de dengê herî bilind dengê me ye. Tê be wextê em çêbûna me miqrafon qurpandiye.Carîna ji bilindbûna dengê min serê min diêşê edî xwedê sebrê bide yên derdora min.

Wextê me mala xwe ji Nisêbînê bar kir Stenbolê em li avahîyeke bilind bicîh bûn ku tev Tirk bûn. Ji xwe axiftina me bi hev re wek şer derbas dibû. Wextê bavê min bi me re diaxivî apartman dihejê , ciya min jî dikevê nav de dibêjê hinekî hêdî bi axivin cîran rihetsiz dibin edî di apartmanê de şerê cîhanê yê sêyem derdikevê, jiber wê yeke bavê min rê û rêbazek danî di mal de ji du kesa behtir bila kes neaxivê. Ku yê sêyem dest pê kir bila yê yekem hiş be.Sala pêşî wextê me bi hev re henek dikirin haya me ji dengê me nemabû û polis hat devê derî got desîbela dengê we bi ser sikakê ketiye. Ji wê rojê ve me cihazê ku deng dipîvê kiriye li gorî wê em xwe dişopênin.Her roj yek ji me nobeddarê dengpîvanê ye...

  Di otobusan de ev deng bilindbûn li serê me gelekî bela ye hevalno/ê. Bala xwe bidinê Torî ji ber ku dengê wan bilinde hev tespit dikin.Min hevalê xwe yê herî nêzik bi dengê wan î bilind tespît kiriye. Li her qada me Toriya ji ber bilindbûna dengê me hişyar dikin. Ew jinika ku hemşîra fotrafê wê bi dîwarê nexweşxana ve ditirisim ji ber me dalaqandibin. Çiqas min hişyar dikin dilê min dişkihê, hestrê ziwa di qirka min de dimêne..Tirsa min î herî mezin ku di otopîsê de telefona min lê bide û ez biaxivim.Dikevim stresê. Naxwazim vekim. Carina ez diavêjim meşgûle li ser hev lê dide ji otobusê paya dibim diaxivim piştre carek din lê siwar dibim.Ji ber vê yeke perê min tev di rêya deng de xilas dibe.Ez difikirim ku belkî têlê dengê me zêde hebin û dixwazim bidim mirovê bêdeng.masrafê emeliyatê jî bila ji berîka min be.

   Demê zaningehê li yurdê evara keçik tev li qorîdora diaxivîn, ez di ber wan re diçûm min yek peyv fêhm ne dikir.Min digot siphanella çawa dikarin wilo bêdeng biaxivin.Yê ku alîyê din di telofonê de çawa fêhm dikin.Carîna ez derdiketim qorîdorê ku bi axivim hê min dest bi axaftinê nekirî ez îkaz dikirim.Diçûm baxçe nav berf û baranê de diaxivîm. Çend cara nexweş diketim lê qet tiştek ji dengê min nedihat.Ji ber wê fobiya axiftina telefonê bi min re çêbûye.

   Tu diçê cafeyê Fransîyan  herkes bê deng e, yê me herkes bi deng û deng bilind e kes ji kesî fêhm nake. Yê xwediyê mekana Ahmet Kaya diavejin ser hoporlora...Ji xwe wextê em dikenin dinya zivîrandinê disekinene. Em bi hevala re kom dibin kes ji kesî fêhm nake û em belav dibin. Di çalakîyên Kurdan da yê ku slogana diavêjin hewceyî megefona nabînin. Mehmet Atlı di strana xwe de dibêjê denge dil, hâlbuki keçik/kurik bi dengê normal bang bikê teqez wê bigihijê miradê xwe.
  Gelek stranbêjên Torî ji ber ku dengê wan bilind e miqrefonê bikarnaênin. Carîna dengên wan bi ser enstrumana jî dikevê, esntruman di pişt re lê dide. Ji ber ku her tim dengê me bilind e em nikarin di pişt kesî re biaxivin di eynî ortamê de.Di mal de em nikarin bahsa cîraneke xwe bikin. Li kargehê, li dibistanan de mamoste, gerinende bi me re dixeyîdin.. Ji ber bilindbûna deng di qarîyera xwe de em mirovê Torî bi pêş nakevin hevalno..

   Zarokê me wextê digirîn li parkan xwe dîyar dikin. Ji derguşê hata mirinê dengê me her tim bilind e. Wê rojê bûka me doxim kir di seatekê de ew taburcî kirin. Gotin bebekê we guhê bebekê xelkê paqandin...

  Lê îsal tiştekî gelek balkeş bala min kişand.Vê havînê ez çûm Italya min dît ku di vê dinyayê de em Torî ne bi tenê ne. Li trenê siwar bûm ku ji Verona herim Floransa. Ketim nav komek hevalê jin û mêr de.Bi pîpika karmend dest bi axaftinê kirin hata Romayê hiç behnok filan bikar ne anîn  û dewam kirin.Dewreyê serê min avêtin. Gejo mêjo bûm.Hinekî min cam vekir feyde nekir.Ji bilindbûna dengê Italyanîya min denga xwe winda kir.Min hingî fêhm kir ku di vê diyayê de Torî ne bi tenê ne. Em û Italyan çijbihin hev. Ji xwe navê tikaneke navdar ya pizzayê ' Torri' bû. Wextê min dît ez ketim şoqê de. Ji keyfa hestra di cavê min de avêt.Ji vir bangî hemû fîlologê cîhanê û mirovê Artuklî dikim bila lêkolînekê li ser Italyanî û Torikî bikin..

 Vê havînê wextê çûm Merdînê min meyizand ku rêberek komek mirov li xwe xistiye kom û qala dîroka Mêrdînê dike. Hema tiştek wilo hat guhê min '' di navbera Merdînê û Venedîkê de gelek tiştê hevapar hene.' Di serê min de pirsek : gelo Torî jî ne Italyan in, ji eynî kokê tên ??

Mittwoch, 7. März 2018

ŞÛŞA AVÊ


   Havîn bû germ bû û ber bi evarî bû, hilma germa Stenbolê dida rû û devê me. Dîse me û hevala, ciwanê xwe dabû Beyoglî.Pêşî li qada Galatasaray ji bo welêt nayê bîra min ku mesele çi bû çalakî hebû. Em tevlî bûn.Ji xwe di van çalakîyan de tişta herî xweş mirov hevalên xwe
dibîne.Piştî çalakî qedîya em dih heval me got em herin Hazzopolo çayekê vexwin…

  Wê demê jî Zozan ji Londonê nû hatibû û şûşakek avê anîbû. Şûşe gelekî mezin û ji camê bû. Zozan digot ez jî êdî wek İnglîza şûşa ava xwe ji xwe qut nakim. Qetek lîmon û baxdûniz,darçîn, bacan, pirtaqan û gireyfirt bavêje nav avê, her roj vexwe tê zeîf bibe û digot mirovên Ewrûpa tev wilo dikin. Seatekê reqlama şûşa xwe da me...

   ji xwe li ofîsê her tim jinikên li kar, mijara wan vexwartina avê ye. Hata êvara planê zeîfbûnê dikin û hûrê xwe didin ber avê. Edî ji şerma min jî silehîkek av danî ser masa xwe û ez bi zorê jî nikarim vexwim ji xwe.Wê rojê min meyîzand kevz girtibû.Behna okyanûsa ji masa min dihat êdî. Heya min jê nebû lê dîyar bû ku min habîtatek ava kiribû di nava silahîde.Bawer bikin masîkek digera dinava wê de. Mirova mecbûr dikin. Carîna hingî bi ser mi de tên ji tirsa divexwim, dikê ku gurçikê min bipeqin..

  Çavê min û Zozan li hev bû ku em rabin, em bi tenê bimênin. Gelek kurtepist ketibûn ser hev. Kî ji kî veqetiya ya, kî ji kî xeyîdi ye, li Londonê çikir (li qesra Queen çi diqewimî) ji meraqa dimirim.Werhasil me got panel heye, me lêborîna xwe ji hevalan xwest û bi hêviya carek din em hev bibînin em rabûn û derketin. Ji ber ku İstiklal gelek qarabalix bû me xwe da sikakên pişt İstiklalê.Wê rê nedida min ku ez biştexilim, min sira xwe girt û nedisekinîm ha ha! min dida ser hevdû.Hê axaftina min dewam dikir min serê xwe zîvirand ku Zozan ne li cem min e! Ev keç çû ku? Li derdora xwe dimeyîzênim...Tam zîvirime pişt xwe ku çi bibînim?? Zozan dibaze di sikakê de.Herî dawî min ev bez di olimpiyata de ya Usein Bolt dîtibû. Ez ketim şoqê min tiştek fêhm nekir. Hema min jî da dûv. Ji xwe ez bi kêrî bezê jî nayêm.. Wê bazdida, min bazdida û ez tam gihiştime… Şûşa di destê xwe yî avê hilda û wek sahneya fîlmekî şûşe hat xwarê hêdî hêdî... Bê dengî... Şûşe li serê kurikê pêşîya wê ket û bû piçûparî…. Parçê şûşê li erdê belav bûn. Kurik lê nêrî, Zozan şaqamek avêtiyê kurik, du tûr avêtin… Sahnêya Filmê ket serî çêkîme… Zozan çantê li milê xwe avête destê min û bi kulma bi nav serê kurik ket. ( Di fonê de muzîka boksê ya Eye of the Tiger lê dide) Min ew bi zorê digirt, min dest digirt wê bi liga pihîn lê didan. Zozan çi bû, çi bû?? Got çibû!!!! Vî kopekoxlî kopek ez tacîz kirim. Min Zozan berda min got dewam bike. Bi çente min jî hinek evêtinê. Me dît nedît li derdora ma zilamên ku qama wan 1.90, bûn kom. Min serê xwe rakir sukra min got çirq! Gotin em polîsên sivîl in. Zozan û kurik girtin.Min di dilê xwe eşhedû xwend îşalla fêhm nekin ku em ji çalakîyê derketine. Ji Zozan pirsîn çibû, çi ji te kir?? Kurik dibê abê welleh min tiştek jê nekirîye. Xwedê ji we razî min bin çav bikin.Min bavêjin nezaretê min ji vê jinikê re nehêlin. Xwin ji serê wî ji nav guhê wî diherikîn. Ji Zozan pirsîn polîsa ku tam çi ji te kir ka bêje? Zozan got ez nîşanî we bidim bê çi ji min kir? hemûka got erê serê xwe bi senkronîzasyon hejandin.. Zozan bi qûna tacîzcî girt ( qêrîn bi tacîzcî ket ) got aha wilo li min kir û carekî din bi pihîna pê de çû.Her wî hewil dida ku baz bide nikarî bû. Polîsa Zozan birin aliyê din û her çar zilama jî tacîzcî xistine nava xwe û pê bi şaqama û pihîna ketin. Min ev dîmen di rêzefilmê Spartakus te dîtibûn.. Hata dev û dinanê wî şikandin, ew berdan û çû bayê bez e (Sahnêya bazdana Şener Şen) . Ez bawerim hata dawîya emrê xwe vî tiştî nema dike.




   Min Zozan da hev û pora wê ediland.Çantê wê da ser milê wê. ( Muzîka we are the champions) Ez dilê xwe de bi kef bûm û xemgîn bûm jî. Keyfa min nayê ku ez edebiyata jinbûnê bikim... Ez xemgîn bûm ku gelek jin di vê rewşê de bêçar in. Ez bi keyf bûm ku min ev meselaya ‘özsavûnma’ bi çavan dît. Bi keyf bûm ku hevalake min wilo heye jê pişta min edî rast e. Edî bi wê re dikarim di wan sikakên reş de bê tirs bimeşim.. Min ew hembez kir bi ken û girî... Me destê xwe avetin ser milê hev.. Deng ji sikakê dihat dengê çapika bûn. Polîsa dengê xwe dihilda digot ‘helal be ji te re, helal be!!!’ û em li keviya sikakê zîvirîn dîse sikak reş û tarî.. …
( Sahneya çûna Redkît)

Mittwoch, 28. Februar 2018

ŞANOYA BI DIZÎKA



    Wê rojê min li ser facebookê analîzên Başûr, Bakûr dixwend û bê kî di dawîya heftîyê de çi kiriye, herî gelek kî bextewar e dîse min xwe bi analîza aciz dikir. Dimeyîzênim.. Ozlem a hê rojê wê yên lîsayê tên bîra min zewicî ye. Bi ser hala de fotraf avêtîye. Kurik ne gelekî qeşeng e. Ku ev kurik derketiba himberî min, min ê qet ew red kiriba. Kurê apê min û jina xwe çûne piknîkê û fotrafê bextewarîyê parve kirine.Erê di vir de bextewar xuya dikin lê ez zanim di mala wan de çi qiyamet dirabê. Xwedê zanê pîknîka wan bi şer dawî bûye. Ji xwe herkes bi hev re ketiye yarişê her kes dixwazê şîrînbûna zarokê xwe ispat bike.Helbukî zarokê weyî dev bi grîz yek jî ji wan nexweşik in. Xwîna wan gelemperî bi min tahl tê. Dîse min xwe di nav de berda. Moralê min xira bû…Min ê tam malper girtiba afîşek ket tayma min. Min nêrî ku afîşa şanoyeke Kurdî ye. Di cih de bala min kişand.Min tiq avête malparê..

     Navê lîstikê Bêrû û ji Dario Fo hatiye wergerandin. Ji xwe ez miriyê Dario Fo me. Tişta bala min kişandî yek ji wan jî dibêje werger Dilawer Zeraq.. Navê Dilawer berî Dario Fo nivîsî bûn.. Demek Dilawer Zeraq hînî îtalyanî bûye û wergerandîye. Porfetto!! Ji xwe hûn zanin ku eybe bêjim ez jî vê havînê çûma Îtalya yê. Wextê min pîyê xwe avête Îtalya yê min got xwedê bi xeletî ez xistime
Kurd. Heke cîhana paralel hebê ez li wir teqez İtalyan im. Hez kirina min î maqarna, pizza û Dario Fo dîyar dikê ku têkiliyeke min bi Îtalya yê re heye…

  Min afîşa di malpera facebookê de di 2 daqqa de ji 100 komê watsapê re belav kir. Her yekî karekî wan hebû. Werhasil ji sed komî em 4 kes hazir bûn. 2 kes çîftê min yên favorî Kulîlk û Ezîz, çîftê din jî niviskarekî ku jina wî Alman û li ser rêya Berlînê yanî Hesen û jina wî ya gelek sempatîk Dûygû bûn. Em du coht û ez bi tena serê xwe.. Mirovên ku bi cohta re digerin dizanim ku min gelek gelek baş fehm dikin. Em ji bo ku coht aciz nebin ji hev, hatine dinya yê. Kulilk û Ezîz got in em li devê şanoyê hev bibînin.Werhasil ez Nivîskar (Hesen) û Dûygû ma da ser rê…

   Navê sahnê Mezepotamya Sahnesî bû. Lê di Google map ê de ti tişt dernediket.Li yandex e, li nizamçi mapê dernediket. Me têr xeber gotin û me da ser rê. Me navê mihelê nivîsî û wele Google map ya gewr em di nava sikakan de birin, sikakên ku hê ceryan nehatine, ne bawerim giredayî Stenbolê bin jî.. Jinikna li devê derîya midye çêdikirin. Ez hinekî rehet bûm min got teqez ev
Merdînî ne hemşeriyê me ne.. Bawer bikin hê asfalt li wan cadde neketibûn. Doxancî û şahînciya zîtirk diavêtin. Min carîna bi gurçikê xwe digirtin ma di cih de ne an na, dibe ku ji nîşkê ve hinek kêrna bavêjin. Me da kêş û kendala. Carna lingê me ket herîyê, hinek car ez li pişt dimam, carîna nivîskar cakêtê xwe yî ku toz lê diket paqij dikir. Min di rê de kumê xwe wenda kir.. De û de me da xwe..Werhasil em hatin devê îşxanikê. Min got wele bawernakim evder be. Erê her tiştê me qaçaxa ma evder jî ne geleke yaw? Em hinekî din meşîn Google mapê digot vegerin..
  
    Li devê derî em ketin niqaşa me got ev teqez ev xefke. Hinek ji bo me bixapênin ev navnîşan daye. Em vegerin, ne vegerin, em herin.. Me dît sê kes ên din jî hatin wek me di şoqê de bûn.Me biryar da û em bi banî ve bi hewa ketin. Me derî vekir. Reş tarî bû her der.Min xwe li pişt wan digirt. Heke tiştîn çêbibin da zû baz bidim. Em di derenca de bi ceryanê telefûnê çûn. Dilê xwe de min hemû diayê ku dizanim, dixwendin zaf ditirsîyam.Em çûn qata pênca û me mirovahî dît. Zilamekî ku ji 500 metreyî dîyar bû ku Kurd e bi me re kenî. Ez hinekî rehet bûm. Min behna xwe veda û em ketin hundir.

 Cih, daîreke işxanî bû. Ji xeynî cihê şanoyê dikarî bû bibê her tişt. Di nava odyekê de li ser pacekî reş bi tebeşîrê ‘Mezopotamya Sahnesî’ dinivîsî. Nivîs jî xwahro mahro bû. Me biletê xwe bi heqê biletê Moda Sahnesî kirî. Li salona wek qantînê, sohbetê di qalîta Vîyana Sahnesî dihat kirin.Min guh dida wan ji Şekspîr, Bekit, Çehov diaxivîn. Dengekî got ‘hevalnoo! Kerem bikin lîstik dest pê
dike.’

   Em çûn salona lîstikê.. Wek amfîyê çêkiribûn cihê rûniştinê, pîsagor ku  ev açi dîtiba wê giriyaba û wî ji bo azadiya Kurdistanê xwe feda kiriba. Ji xwe ji ber ku kin bûm min ji qemçika yê pêşiya xwe pêdetir tiştek nedidît. Min montê nivîskar yê merqê xiste bin xwe hinekî bilind bûm.Nivîskar awrên tûj li min dinêrî, min serê xwe pê neêşand. Kurikê li pêşiya min her serê xwe dibir min jî pêre hereket dikir. Bê cihê rûniştinê kîjan marangozê malik ne xirab çê kiribê zîqzîqa taxtayê wan bû diheja.Dîse jî min listikvan nîvî nîvî didîtin.Tenê serê lîstikvana ling filan qet min nedît.Hin hevala pirax, qurabiye belav kirin..Ji xwe her kes her kesî nas dikir.

   Sahne hingî piçûk bû, lîstikvan ji ber ku nekevin, bi hev digirtin. Ji ber tengahîya sahneyê ji du lîstikvana behtir nikarî bûn werin sahnê. Deqor ji xwe bêje nîn bû.Di deverna de, ji nînbûnê lîstikvan bi xwe dibûn deqor. Piştî demekî rahnika sahnê qut bû em hinek li benda tamîrê man. muşambakek di sahne de dalaqandibûn ez ne şaş bim ew jî wergera bi Tirkî bu...Listikvan di qaliteya oscarê de dileyîstin.Tempoya wan neket hata dawîyê. Ji bo pêvajoyê hinek peyv bîp dikirin.Lîstikeke zaaf xweş bû. Her çiqas ji ber mirovê ku listikê diavêtin video û storiya de min gelek dever nedîtibin jî me lîstik xilas kir…

   Nizam çilo di reşê de min xwe avête sikakê. Ji bo ku xwe bigihêjînim otobusa xwe min baza olimpiyata kir. Di wan sikakê reş, tarî û bi serxweş û tînercî de ez difikirîm.. Hata niha şanoyê ku min dîtine yê dewletê cihê wan li derê meydana na.. Tabelayê wan ji her derî tê dîtin.Yên me di nava odeya de ne bi dizî tên temaşa kirin..Temam temam şano hunereke dijberîyê ya ji xwe..

Ji bo destekê spasî û silav ji Zozan Yaşar re..

Sonntag, 4. Februar 2018

Guhê Muzîkê

   


  Ez dimêzînim qabiliyeta herkesî li ser tiştekî heye. Ên li derdora min ji sedî heftêyî wan teqez zanin li enstrûmanekê bidin. Tabî qesta min ji bo dema zanîngehê bû. Ew kesên xwedî qabiliyet di dema zanîngehê de li derdora min bûn. Ku ji wan kesan sê kes bigihiştana hev yekser wê bigotibana, “Ka tembûra min bênin da bêhna me derbikeve.” Di van civatan da bi gazekê re herkesî dest bi stranan dikir. lê ev gaz, heta nîvê neqaratê têrê dikir. Li ser rûyê Kurdistanê, ez dibêm ji serî heta binî kesek nizane tu stranan bêje. 

   Ez bala xwe didim stranbêjên dawetan, camêr stranê her carekê cudatir dibêjin. Jixwe ji ber ku em di govendê de ne em nakevin ferqiyê. Bê çi tê ber devê wan dibêjin. Ji ber ku peyvên dawîyê li hev tên kesek nakeve ferqiyê. Di van civatan de her carekê ji min tê rîcakirin da ez stranê bi stranbêjan re nebêjim.
Carekê di şevbihêrkekê de herkesî di telefona xwe de peyvên stranê vekir û bi hevalê stranêbêj re stran digot û deng li nav hev ketibûn. Min jî got, jixwe kes nakeve ferqiyê û min xwe ji nîşkeve avêt nava naqaratê. Piştî 2 sanîyan civat bela bû û mijar hat ser siyasetê. Şev wilo bi dawî bû.

  26 sal emrê min heye û di van 26 salan de, di van civatan de eynî stran tên gotin. ji bo wan şevan mala Şiwan Perwer û Ciwan Haco ava be ku hene. Ku nebûna me yê çawa stran bigotana. Û di çalakîyan da jî malan barkir nebûya nizanim me yê govenda xwe çawa bi pêş xistibana. Di va govenda da yekî hewalî, dirahijt desmalê û dest bi stranê dikir. (Ev kes bi gelemperî kesekî rihberdayî ye û teqez desmalek jî di sukra wî de heye) Govend bi kelecanî dest pê dike. Lê piştre deng nayê, bê deng dewam dike. Ji ber ku kes dewama stranê nizane…

   Min li ser dengê xwe yê kirekir ji guh dibir lêkolînek kir. Min ji xwe re got ka ez dikarim tiştina bikim? Ez kurd im û li gorî potansîyela xwe ez jî di ber donerê re bîberên tûj dixum.Çênabe gerek têsîra van bîberê tuj li dengê min kiribe.. Gerek qabiliyeta min a ji bo deng hebe. Divê çarekek hebe. Li gorî encama lêkolîna min xuya dibû ku guhê min î muzîkê nîne.!!Ez li çareya wê jî gerîyam. Hata sibeha li ser netê  min çav kor kirin.. û encamek derket hole. Encamê digot, “Ên ku xweyî guhê muzîkê nînin dikarin piştre jî xwe bi pêş bixin. Ez rûniştim û heftekekê li ber youtubeyê li ser guhê muzîkê xebitîm. Piştre min qurseke tembûrê dît a şaredarîyê bû. Min xeber da hevalên xwe û em 5 kes hazir bûn. Em çûn qeydê û xoce şertên qursê ji me re wek libên tizbiha  dan rêzê. Divê tembûra we hebe û divê hûn ji ezmûna rîtimê jî derbas bibin û divê nizam çi. Got sibehê werin bikevin ezmûnê dusibe qurs wê dest pê bike. Wextê behsa ezmûnê hat kirin paqên min lerizîn panîk ataqa min dest pê kir. Got, Na na, ne ezmûneke dijwar a, hêsan a. Ji sedî not kes teqez jê derbas dibin. Heta niha kesê jê mayî me nedîtiye.




  Heta bû sibeh ez nerazam. Şev li min nebû sibeh. Şev li min gerîya û ez jî li xewê. Di nava yurdê de min çend tur avêtin Xwedê dizane. Min li wê şevê derdê çend keçikan guhdarî kir nizanim. Min çend caran ceriband ku cixareyê bikişînim, lê her carê di qirika min de dima. Axir bû şeveq û em çûn cihê qursê. Sira min a dawîyê bû. Ên ku diketinê jê derbas dibûn. Dora min hat û ez hêdî hêdî ketim odeyê. Jinikeke devbiken û xwîngerm bi serê pênûsê rîtimek li maseyê da û şanî min kir û got, “Vêca tu jî vê derbixe.” Min kir nekir derneket. Careke din, careke din û careke din jî min dernexist. Jinikê got, “Wele mixabin em nikarin te bigirin. Guhê muzîkê bi te re nîne.” Kelagirî ket qirika min. Gunehê min bi halê min dihat. Li derve hevalên min li benda min in… “Yarabbî te çima hema qabiliyetek neda min! Wexta te qabiliyet belav dikir nizam min çi dikir...” Ez çûm ber derî, min li çavên jinikê nêrî. Min gotê: “Ez qurbana we me. Min bigirin. Hevalên min tevde wê dest bi qursê bikin. Ez ê tenê bimînim. Min bi vê travmayê ve nehêlin.” Wele jinikê li min meyizand û got, “Temam bila wisa be. Ez ê ji qeydeyên qursê tawîzekê bidim...” Ez ji eşqa difirîm…

   Me dest bi dersan kir. Gotin bila tembûra we ya dirêj (uzun sap) be. Di dersê de her kes hînî lêdanê dibû, lê min dikir û nedikir nedibû. Carina destê min nedigihîşt notaya dawîn, carinan jî tela tembûrê diket navbera neynokên min ên ku min ew her roj bi îtinayekê manîkur dikirî.Werhasil me bi şewq û bi eşq dest pê kir. Lê mixabin dewama wê nehat. Me tevde dev jê berda. Niha tembûra min bi dîwêr ve ye. Her cara ku ez wê dibînim bêqabiliyetîya min a muzîkê tê bîra min.

    Hê jî mirovê zanin li enstrumanekê didin ku dibînim hêstirê xwe diavêjim dilê xwe. lê zanim ku em mirovê ku guhê wan muzîkê nîne em ne bitenê ne.Teqez qabiliyata me jî li tişne din hene.Hata em wan keşif bikin Îşalla em ne mirin, emrê me têrî bike..

Spasîyên herî germ ji Mistoyê Heco re :)