Freitag, 6. Januar 2017

MEWLÛDA ŞERÎF





   Ku tiştek werê serê me û em jê saxlem bifilitin di cih de bav an jî dayîk mevlûdekê peşniyar dike. Hem hinceta xwarina goşt hem jî wê bibe xêr. Yarebbî tu me ji tifaqa bifilitîne. Keçê serê çîko şikestiya ji bo devera saxlem em mevlûdekê bidin. Qûna nizamçîko xwar bûya em mewlûdekê bidin. Bi xwêde kurekî min çêbibe ez ê mewlûdekê mezin bidim...

  Ku bavê min dibêjê ka em ji bo nizamçi mewlûdekê mezin bidin di dilê min de tiştek dibê taqq...Jiyana min di ber çavê min î şilo pilo de derbas dibê. Yaboo hooopp ka bisekine...

  Dizanim ku di malê de werê dayîn wê feleka reş û beloq çi li ser serê min bigerîne...Carina dikim ku bavo bixapînim lê feyde nake. Yaboo ez dibêjim mewlûda pîroz ku tu dixwazî bidî, em mal bi mal goşt, birinc û fasulîya bigerînin da ku malbat hemû bixwe. Yaw zilam tenê tên ser mewlûdê ma xêra nîvco çêdibê ? Were bi ya min bike li dinyaya din wê sê car xêr were nivîsandin. Lê bi aqilê bevê min nekeve.

  Yadê îro panel heye nayêm mal..Na keçam divê tu werî alikariya me, em ê evarî mewlûda şerîf bidin. Yadê ez ê bazbidim Marsê, ez feminîstim, sosyalistim, ateîstim...fêyde nake.

    Û mewlûd destpêdike...Here Fatîhê ji goştfiroşa goştê berana bikire. Perdeya bavêje makînê, merşa paqij bike, cam û deriya paqij bike, tiwalet û banyo bişo, şimikê limêjê ê nû derbixe. Çiqas cilikê limêjê hebin tu ewqas xwedî xêr î maşallaaa. Di mewlûdan de hûrgiliya herî girîng dirankolk e an jî darikê dirana. Divê diranê Xalê Hecî Ehmed, Sofî Resûl paqij bibin. Em naxwazin parçê goşt bimînin di nav taximê diranê wan da. Jixwe koma mirovê ku tên ser mewlûda diyar e.Ev mirov piranî li camiya, qahwa û li malên ta'ziya dijîn. Ev mirov hemû hevdû nas dikin. Hevaltiya ser mewlûda cûdaye li vê dinyayê û li axretê





    Keçêe.. rabe bikevê mitbaxê!!! Jiniknoooo bikişînin tepsîkê goşt, li ser birincê goşt, di nava tirşika fasuliya goşt, ji bo xwarineke cûda jî hebê goştê mirîşka.. Û bila ji bo xêra bixwin, Xalê Mele Osman, Usikê Mala Temo, Silêmanê Sor..Keçê te tirşik hindik anîye, goştê li ber Hecî Mihemê xilas bû, nanê pîde nemaye qey...

   Her tepsîka ku tê mitbaxê ji ciwaniya min sê û nîv sala dibê. Bişo û hey bişo. Ev çi zilma li ser van jina ye hewara xwedêêê. Hê di ser sifreyê de bavê min bang dike, ma çay ne amade ye, goşt mayê di ser dilê nizamçîko de.. Bi piranî nizanim çawa li hev tê çawa li ser sifreya Mewlûda Şerîf radibin wek levhatina melayê mexrebê dibê Allahûekber. Herkes dikeve dora limêjê. Keçam te merhema paqij daniya ser lawabo. Keçam ka şimikê limêjê werêne ji Xalê xwe Hecî Qadrî re pişta wî diêşê. Ka misîn? Nofek zilam limêj dikin, nofek jî di derheqê pêşeroja Kurdistanê de fikir û ramanê xwe parvedikin û xwe di civatê de germ dikin.

    İşalla Kurdistan wê azad bibê ez jî ji vê mitbaxê. Ka selika fêkî bînin. Keçê te em hetikandin ka kêrikê fêkî. Herkesî fêkiyê xwe xwarin û li ser siyasetê axivîn. Fikir û ramanên xwe gotin. Hinekên zîrek qartên xwe yî dawetê gerandin gotin firset ev firset e. Di wir de kêfa civatê hinekî li wan şikiya lê xem nîne ev der mala xêra ye.

   De ka xwedê xêra we mezin bike, işalla bigihîje ber destê miriyê ji me çêtir. Nezîro welle mewlûda we xweş bû. Birinca we hinekî kelê bû, lê ji ber kû fasolî hinekî şor bûn hevdû baş dikirin (ev ne yê ku tebaxa sêyem dagirtibû, min ji şaşika wî ew nas kir). Ka ka şekalê xalê xwe bînin. Keçê çima hûn disekinin.